ÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî: Gelê Îranê li têkoşîna vîn û iradeyan, dê Amerîkayê têk bibe

Serokê Komara Îslamî ya Îranê berêvariya Çarşemiyê tevî pêgiriya li ser vê yekê ku gelê Îranê li hemberî destdirêjker û zorbêjan nema bejna xwe tewandiye û dê netewîne, destnîşan kir: Îranî li têkoşîna vîn û iradeyan dê Amerîkayê têk bibin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Hesen Rûhanî li civîna hevfikirîna rêvebirên pileberz ên dewleta Îranê bal kişande ser derketina Amerîkayê ji Lihevkirinameya Atomî û got: Di heyama 51 rojên ku ji vê bûyerê derbas dibin, tevahiya welatên dinyayê Trump  û desthilatdarên Amerîkayê şermezar kirin, lê tu kesî qala vê yekê nekiriye ku Komara Îslamî ya Îranê paşve kişiyaye an ji boykotan tirsiyaye; Berovajî vê yekê, giştan ji aqilêmendî û tevdîrên Îrana mezin axivîne.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê tevî pêgiriya li ser vê yekê ku Lihevkirnameya Atomî hema wisa heye, got: Amerîkî, siyonîst û xêrnexwazên Komara Îslamî ya Îranê visa fikir dikriin ku bi ragihandina derketina Amerîkayê ji Lihevkirinameya Atomî, Îran jî dê piştî çend saetan ji vê lihevkirinê derkeve, lê Îranê bilez û anegorî hest û ihsasê biryar neda.

Rûhanî her wiha got: Dema ku Komara Îslamî ragihand ku li ser daxwaza dostan, welatên ewropî, Rûsiye û Çînê derfetekê ji bo parastina Lihevkirina Atomî dide van welatan, amerîkî, siyonîst û xêrnexwazên navçeyî mat man û derbeka visa ji aliyê aqilmendî û tevdîrên gelê Îranê li wan ket ku qet fikra wê nedikirin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi gotina vê yekê ku sê rêkarên: Li hemberî Amerîkayê çok li erdê danîn, rawestana li hemberî Amerîkayê hevrê digel dewama nakokiyên navxweyî û rawestana li hemberî Amerîkayê bêyî dewama nakokiyên navxweyî û parastina serbilindiya neteweyî li pêşberî Komara Îslamî ya Îranê li warê helwêsta nû ya Amerîkayê derbarê Lihevkirina Atomî hene, got: Gelê Îranê rêkara sêyem bijartiye û dê Amerîkayê li têkoşîna vîn û iradeyan têk bibe.

Başa dön tuşu