ÎranNûçeRojhilatanavin

Qasimî: Bila Fransa ji bo parastina avahîyên dîplomatîk ê Îranê pêngaveek ciddî rake

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê wekî berteka li hemberî êrişa hinek dijberên ser bi komên têrorîst ser balyozxana Îranê li Parîsê got: Bila Fransa ji bo parastina gişk avahîyên dîplomatîk ên Îranê li wî welatî, tivdîrên pêwîst bike û pêngavên ciddî û pêwîst rake.

Behram Qasimî îro li koma nûçegihanan derbarê êrişa ser balyozxana Îranê li Parîsê got: Çend kesên li dijî Îranê duh piştî nîvro dil hebûn êrişî balyozxana Îranê ya li Parîsê bikin û lê nekarîn derbasî avahîya balyozxanê bibin û bi avêtina tiştan ber bi wê va xisar lêdan.

Qasimî herwiha got: Mixabin tevî çaverêtîya asayî ya derbarê polîsên Fransayê de, dema êrişa kesên ku ser bi komeke têrorîst bûn, ew di dema pêwîst de li cihê bûyerê amade nebûn.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê pêgirî kir: Mijara êrişa wê koma dijî Îranê û amadenebûna di dema pêwîst de a polîsên Fransayê, tê şopandin û hilkolandinê.

Qasimî herwiha got: Piştî şopandina vê mijarê û amadebûna polîan, çend êrişkir bi destê polîsan hatin girtin ku Îran xwazyarê cezakirina wan û ragihandina encamê ji hêla rayedarên têkildar ên firansî va ye.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê careka din pêgirî kir: Dabînkirina ewlehîya warên dîplomatîk ser milê welatê mazûvan e û ew divê ji bo parastina hemî warên dîplomatîk ên Îranê li Fransayê tivdîr û karên pêwîst bikin.

Başa dön tuşu