ÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî: Ger Emerîka li rêketinnama navokî soz û qirarên xwe binpê bike dê poşman bibe

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku gengeşeya Emerîkayê piştî wajokirina rêketinnama navokî pêkenî ye û got: Nabe Emerîka siyasetê bi ticaretê re têkel bike û ger li warê rêketinnama navokî soz û qirarên xwe binpê bike, dê dewlet û gelê Emerîkayê poşman bibin.

 Hesen Rûhanî roja şemiyê nava koma  lêkol û ramawerên  saziya  ORFê ya Hindistanê li Dêhliyê nû bal kişand ser vê yekê ku  Emerîka ne bi Îranê û ne bi rêketinnama navokî, belkî bi binpêkikrina  soz û qirarên xwe û raya giştî rûbirû ye û got: Rêketinnama navokî  berpirsiyariya 7 welatan û ji aliyê Konseya  Ewlehiyê ya NY ve hatiye piştrastkirin û li gor  çanda Îslamî û îranî,  heya rêketinnama navokî binpê nekin , Dê Têhran wê binpê neke.

Rûhanî bal kişand ser vê yekê ku  piraniya meseleyên  tal ên  cîhanê ji ber şaştiya  li muhasibeyê ne û got: şaşitiya  muhasibatî û cihneanîna soz û qiraran ji hegerên  sereke yên  siyasetên  bi dijminatî yên Emerîkayê li dijî Îranê ne.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser  vê yekê ku   mirovahî bi hezaran sal rastî pirsgirêkên mîna  terorîzm û şîdetê hatiye û destnîşan kir: DAIŞ amûreka  baş ji bo Emerîkayê bû û ger pêdivî be dê  hegerên wê ji cîhanê re werin  hilêxistinê.

Rûhanî her wiha destnîşan kir: Emerîka bêyî îzna KOnseya  EWlehiyê ay NY êriş kir ser Iarqê, destdirêjiay ser  axa Sûriyê kir û li navçê jî mudaxilê dike.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku  siyasetvanên cîhanê ger exalaqa wan tine herîkêm bila derewan li gelê xwe nekin û destnîşan kir: Siyaset bêyî exlaq û bi bêsoziyê nikare pirsgirêkên cîhanê çareser bike.

Saziya  lêkolînê ya Observer`ê nasiyar bi  ORF ê ji ber sekinîna ser meselên giring  ên cîhanî û behrewergirtina ji  beşadriya karzanan bi nav û deng û beşadriya  siyasetvanên  bi nav û deng,  pir nav û dengê xwe heye.

Rûhanî ku pêncşemiya  heftiya buhurî ji bo sefereka sê rojî  çûbû Hindistanê piştî du rojan mayîna li Heyderabadê, îniyê şevê gihêşt Dêhliyênû û vê sibê ji aliyê serokkomar û serokwezîrê Hindistanê hat pêşewazîkirin.

Başa dön tuşu