ErebîstanÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî: Ger Îran neba niha Erebistan û Îmarat nemabûn

Serokê hikûmeta Îranê Hesen Rûhanî dibêje, eger Îran neba Erebistan û Îmarat niha nemabûn.

Serokê hikûmeta Îranê Hesen Rûhanî di civîna îro ya encumena wezîran de behsa pêwendiyên Îranê bi welatên kendavê bi taybet bi Erebistan û Îmaratê re her wiha êrişa sala 1990 ya Iraqê li ser Kuwêtê kir û ragihand, pêwendiyên Îranê tenê bi Erebistan û Îmaratê re baş nînin, ew jî divê bizanin ku dema Sedam Husên êrişî Kuwêtê kir û ew welat dagîr kir, dixwast Erebistan û Îmarat û çend welatên din yên kendavê jî dagîr bike.

Hesen Rûhanî da zanîn, Sedam nameyek ji serokê wê demê yê hikûmeta Îranê Elî Ekber Haşimî Refsencanî re şandibû û jê xwastibû ku yan alîkariya Iraqê bikin yan jî bêdeng bimînin. Lê Îranê qebûl nekiribû û li dijî wê yekê derketibû. Ji ber wê jî bila Erebistan û Îmarat bizanin eger helwesta wê çaxê ya Haşimî neba niha ew jî nemabûn.

Başa dön tuşu