IraqNûçeRojhilatanavin

Ebadî qumandê operasiyona Bexdayê ji ser karê xwe wêda da

Li gor rapora ajansa nûçan a Far News`ê, telivîzyona Rûdaw a Herêma Kurdistana Iraqê ragihand ku Heyder Ebadî Serowezîrê Iraqê Ebdulemîr El-Şemerî qumandê operasiyona Bexdayê û berpirsên ewlehî û istixbaratî yên paytexta vî welatî ji ser karên xwe wêda dan.

Ev kiryara Ebadî piştî teqîna xwînavî ya yekşemiya bihurî li navça El-Keradeya Bexdayê cih hat ku li vê êrişa terorîstî bi sedan kes ji xelkê sivîl hatine kuştin yan jî birîndar bûn.

Piştî teqîna Keradeya Bexdayê Muhemmed El-Qeban wezîrê karên hundir yê Iraqê belgeya dest jikar berdana xwe daye ber destê Ebadî û wî îstefaya Qeban qebûl kir.

Grûpa terorîs a DAIŞ`ê berpirsyariya vê kiryara terorîstî jî qebûl kir.

Hatiye ragihandin ku hejmara kuştiyên rûdawa terorîstî ya Keradeya Bexdayê li deheka bihurî bê mînak bûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu