Rûhanî: Geştyariya helal li Îranê dikare bibe weke bazar û brendeke cîhanî
Serokê Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku pêkanîna îmkanata tefrîh û geştyariyê li navçeyên azad pêwîst e û diyar kir: Geştyariya helal li Îranê dikare bibe wek brendeke cîhanî.
Li gorî rapora malpera ragihandinê ya serokkomaeriyê, Hesen Rûhanî pênşemiyê şevê li civîna navçeyên azad ên ticarî û pêşeyî li navça azad a Enzeliyê li bakurê Îranê bal kişand ser binavkirina sala nû ji aliyê rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî bi aboriya berxwedanê, berhemanîn û şuxilandin û destnîşan kir: Navçên azad ên ticarî-pêşeyî divê îsal berhemanîn û şuxilandinê bikin weke pîvana xebat û kiryarên xwe.
Rûhanî derfeta zeliqanina navçên azad ên başûrê Îranê li avên azad yek ji taybetmendiyên giring ên van navçana da zanîn û got : Jibo geşatiya navçên azad ên ticarî-pêşeyî yên başûrê Îranê, ji hêla stratejîk va gemîvanî mesela herî giring e.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku berfirehkirina çand û ticaretê di asta cîhanî de bêyî behrewergirtina deryayan srê xwe nagire û diyar kir: Peravên berfireh ên Îranê neimetên mezin in ku xwedê teala dane me.
Rûhanî bal kişand ser vê yekê ku navçên azad ên ticarî-pêşeyî, xala peywendiya tev welatên cînar bûne û şêwaza kiryar û xebatê ji hêla navneteweyî û siyasî li vî warî pir giring e û destnîşan kir: Erka navçên azad berfirehkirina dîplomasdiya aborî, siyasî û ticarî tev welatên cînar e.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha xebitandina sermayê li nav û derve, peywendiyên ilmî yên baştir û kişandina bala geştyaran ji taybetmendiyên herî giring ên navçên azad dan zanînê.
Rûhanî bal kişand ser vê yekê ku navçên azad ji hêla çandî va divê bibin sedema nêzîkbûna hemî çandan, qewm û etnîkan, grûpan û mezheban û wî wiha gotinên xwe domandin: Divê rêkûpêkiya navxweyî li navçên azad zêdetir bibe û di navbera hemî ol û mezheban li van navçana yekitî û peywendiyên nêzîk û baş çê bibin.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê duh li sefereke yekrojî bo parêzgeha Gîlanê li bakurê Îranê, xebata 17 projeyên pêşeyî, benderî, cotkarî, muxabiratî, nexweşxane û avedankirinê da destpêkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)