İslami Davet Kurdi Bange İslami

Rûhanî: Geştyariya helal li Îranê dikare bibe weke bazar û brendeke cîhanî

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku pêkanîna îmkanata tefrîh û geştyariyê li navçeyên azad pêwîst e û diyar kir: Geştyariya helal li Îranê dikare bibe wek brendeke cîhanî.

  Li gorî rapora malpera ragihandinê ya serokkomaeriyê, Hesen Rûhanî pênşemiyê şevê li civîna navçeyên  azad ên ticarî û pêşeyî li navça azad a Enzeliyê li bakurê Îranê bal kişand ser binavkirina  sala nû ji aliyê rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî bi aboriya berxwedanê, berhemanîn û şuxilandin û destnîşan kir: Navçên azad ên ticarî-pêşeyî divê îsal berhemanîn û şuxilandinê bikin  weke pîvana xebat û kiryarên  xwe.

Rûhanî derfeta zeliqanina  navçên azad ên  başûrê Îranê li avên  azad yek ji taybetmendiyên  giring ên van navçana  da zanîn û got : Jibo geşatiya navçên azad ên ticarî-pêşeyî yên başûrê Îranê, ji hêla stratejîk va gemîvanî mesela herî giring e.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku  berfirehkirina  çand û ticaretê di asta cîhanî de bêyî  behrewergirtina  deryayan srê xwe nagire û diyar kir: Peravên  berfireh ên Îranê neimetên mezin in ku xwedê teala dane me.

Rûhanî bal kişand ser vê yekê ku  navçên azad ên ticarî-pêşeyî,  xala peywendiya  tev welatên cînar bûne û şêwaza kiryar û xebatê ji hêla navneteweyî û siyasî li vî warî pir giring e û destnîşan kir: Erka navçên azad berfirehkirina  dîplomasdiya  aborî, siyasî û ticarî tev welatên cînar e.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha  xebitandina sermayê li nav û derve, peywendiyên  ilmî yên  baştir  û  kişandina  bala geştyaran ji taybetmendiyên  herî giring ên navçên azad dan zanînê.

Rûhanî bal kişand ser vê yekê ku  navçên azad ji hêla çandî va divê bibin sedema  nêzîkbûna  hemî çandan, qewm û etnîkan, grûpan û mezheban û wî wiha gotinên xwe domandin: Divê rêkûpêkiya navxweyî li navçên azad zêdetir bibe û  di navbera hemî ol û mezheban li van navçana  yekitî û peywendiyên  nêzîk û baş çê bibin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê duh li sefereke yekrojî bo parêzgeha  Gîlanê li bakurê Îranê, xebata 17 projeyên pêşeyî, benderî, cotkarî, muxabiratî, nexweşxane û avedankirinê da destpêkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version