İslami Davet Kurdi Bange İslami

Rûhanî gihêşte Venezuelayê

Hesen Rûhanî serokê Komara Îslamî ya Îranê şeva buhurî bi merema pişkdariya li hivdehemîn civîna serokên welatên endamê Tevgera Qeydnenasan, derbasî grava Margarîta ya Vênêzoêlayê bû.

Di hevdehemîn civîna serokên welatên endamê Tevgera Qeydnenasan ku li grava Margarîtaya Venezuelayê tê lidarxistin, yê serokatîya Îranê li Tevgera Qeydnenasan bi dawî were û Venezuelayê bi awayekî fermî vê berpirsîyê wergire.

Zêde ji 120 welat endamê Tevgera Qeydnenasan in.

Herviha biryar e ku Rûhanî bi Nîkolas Madoro serokomarê Venezuelayê ra hevdîtinê pêk bîne.

Hivdehemîn civîna serokên welatên endamê Tevgera Qeydnenasan bi durişma “ aştî, serwerî û hevgirtina jibo pêşketinê“, yê îro û sibê li grava Margarîtaya Venezuelayê bê lidarxistin.

Hesen Rûhanî bilî axavtina li civîna serokên welatên endamê Tevgera Qeydnenasan yê bi hejmarek ji serokomarên welatên pişkdar di vê civînê ra jî gotûbêjê bike.

Serokê Komara Islamî ya Îranê herviha yê piştî civîna li Venezuelayê, li gorî teylîfkirina fermî ya Raul Kastro serokomarê Kûbayê, seredana vî welatî bike û bi rayedarên dercebilind ên kûbayî re li bara rîyên berfire û kûrkirina zêdetir a hevkarîyên Têhran-Havanayê gotûbêjê bike.

Hevdîtin û gotûbêja ligel Fîdêl Kastro serokê inqilaba Kûbayê û Fîdel Kastro serokomarê vî welatî, pişkdarîya li civîna desteyên pilebilind ên her du welatan û wajokirina belgeyên curbicur ên hevkarîyê ji wan planên dema serdana Rûhanî ya Havanayê ne.

Serokê Komara Islamî ya Îranê di qonaxa dawîyê ya serdana xwe, yê jibo axavtina di heftêûyekemîn civîna Civata Giştî ya NY here Newyorkê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version