ÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî gihîşte parêzgeha Xorasana Rezewî

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi mebesta gereka durojî li parêzgeha Xorasana Rezewî li bakurê rojhilata Îranê, gihîşte firokexaneya Sebzirwarê li rojavaya vê parêzgehê.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Hesen Rûhanî roja Yekşemiyê dema daketina li firokexaneya Sebziwarê li hevpeyivîna bi nûçegihanan ra gelê Sebziwarê gelekî mêrxas, serhildêr û di dirêjahiya dîrokê da hertim berevanê herêma Ehlê beytê (S) da zanîn û hêvî kir plan û bernameyên ku li vê gerrê tên pesendkirn û ragihandin, xelkê kêfxweş bikin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha got: Li vê gerrê her wiha ezê pêvajoya cihanîn û kemilandina hin bernameyan bişopînim ku li gerra pêşîn a bo parêzgeha Xorasana Rezewî cihanîna wan dest pê bûye da ku heke pirsgirêkek ser riya bidawîhatina wan hebe, were wêdadayînê.

Rûhanî biryar e piştî axaftina bo xelkê Sebziwarê bi mebesta behrewergirtina ji navendeka Polayê berê xwe bide şaristana Cuwêynê (Jowayin) li vê parêzgehê.

Behrewergirtina ji 41 plan û bernam,eyêîn aborî û avedankirinê ji bernameyên Serokê Komara Îslamî ya Îranê li gerra wî ya parêzgeha Xorasana Rezewî ne.

Başa dön tuşu