ÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî: Gotûbêja şaristaniyetan diyariya fikrî û teorî ya gelê mezin ê Îranê ye

Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê Yekşemiyê bi şev di hevdîtina bi komeke xwendekar û ciwanan li Têhranê tevî pêgiriya li ser viya ku kêmtir welast hene ku karîbin di Civata Giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) da du biryarnameyên kurt li ser xêra gelê xwe bi dest bixin ku yek ji van biryarnameyan biryarnameya danûstandin û hevfikriya cîhanî û gotûbêja şaristaniyetan e ku bi navê Îranê hat tomarkirin.

Rûhanî her wiha got: Biryarnameya din a bi navê Cîhana vala ji tundî û zêdegaviyê ku ji aliyê gelê Îranê va hat pêşniyarkirin p ji aliyê Civata Giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) va hat pesendkirin û bi navê Îranê hat tomarkirin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Dijminên gelê Îranê jî di pêvajoya pesendkirina van du biryarnameyan ku Îranê pêşniyar kiribûn, newêrîn ku li dijî wan derkevin.

Hesen Rûhanî her wiha pêgirî kir: Di çend salên bihurî da gelê Îranê tevî hemî astengî û boykotên zalimane yên Amerîka û hevpeymanên wî welatî, pêngavên gellek bilind rakirine û kariye bi rihetî astengî û pirsgirêkan li pey xwe bihêle.

Başa dön tuşu