ÎranNûçeRojhilatanavin

Ruhanî: Hedefa komployên dijminan girtina pêşiya Îraneke bi hêz, yekgirtî û pêşketî ye

Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hedefa komployên dijminan girtina pêşiya Îraneke bi hêz, yekgirtî û pêşketî li mideha 40 salên derbasbûyî da zanîn û got:Roja îro dijmin zext û zorên xwe yên herî giran xistine ser abor û ekonomiya welêt û hêvîdar e bi vê kiryara xwe pêşiya pêşketina aboriya Îranê bigire, lê belê qet nikare karekî wiha bike.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî duh li hevdîtina komek ji karsaz û xebatkarên warê aborê yên Îranê got: Hewldanên dijminan ji bo lawazkirina  Komara Îslamî ya Îranê heya niha bê encam bûne û ji vê şûnda jî wê wisa bibe.

Ruhanî êvara sêşemê jî li civîna Konseya Birêvebirina Parêzgeha Azerbaycana Rojavayê bal kişand ser boykotên neqanûnî yên Amerîkayê li dijî Îranê û got: Cengê Amerîkayê li dijî hikûmeta Îranê nîne belkî ev cenga li dijî 82 milyon îraniyan e.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê desnîşan kir ku Komara Îslamî ya Îranê wekî sembola ol, Îslam, şeref û serxwebûnê li ber Amerîkayê sekiniye û got: Îranî ti caran li ber zorbêjiyên dijmin xwe natewînin.

Ruhanî herwiha got: Îran wê nifta xwe bifiroşe û wê bi şanazî ji van boykotan derbs bibe.

Başa dön tuşu