ÎranNûçeRojhilatanavin

Hêzên ewlehî yê Komara Îslâmi du barên bombe, teqemenî û çek û sîlehan bindest kir

Wezareta Îtileatê ya Îranê roja çarşemiyê li daxûyaniyekê raghand: Hêzên ewlehî û îtileatê karîn ku du barên bombe, teqemenî û çek û sîlehan ku jibo operasyona  terorîstî û teqînê ya berfireh li  navendên giştî derbasî Îranê bibûn, keşf bikin û pûç bikin.

Li gorî vê daxûyaniyê, li yekim  operasyonê, 23 bombeyên amadeyî teqînê ji cureya  rîmûtî ku bi plan û bernama  serwîsên  îstixbaratî yên  Erebistanê  ji bo bêewlehkirina parzêgehên  rojhilata Îranê, ji rexê rojhilat ve edrabasî vî welatî bibûm, keşf û zewt kirin.

Li operasyoan dudiyan, hêzên ewlehî û îtileatê yên  Îranê li dayira giştî ya Îtileata parêzgeha  Kurdistanê li rojava Îranê jî karîn ku di dewama  derbeya li tîmên terorîstî, amûr û madeyên  pêdivî ji bo çêkirina  çend bombeyan ji wan madênteqînê, TNT û C4, kîtên teqînê û 150 çaşniyên  iliktronîkî yên  yek ji komên  cidayîxwaz li Merîwanê keşf û zewt bikin.

Ji destê endamên  vê koma terorîst ku ji Kurdistana Iraqê jibo cihanîna  operasyona  îzakirin û teqînê derbasî nava Îranê bibûn, 41 narincok, 31 xeşabên kelaşînkofê, 4 gullên  RPC û çend çekên cengê hatin keşfkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu