NûçeRojhilatanavinSûriye

Li gundekî Efrînê qedexeya derketina ji mal hat ragehandin

Milîsên bi ser Tirkiyê ve, bi behaneya lêgera li çekan, hilmeteke tevdana malan li gundekî Efrînê dane meşandin.

Li gor çavkaniyên xwecihî, milîsên grûpa Hemze û polîsên leşkerî, li gundê Maratê yê ku bi qaserî 5 KM ji bajêr nêzîk e, qedexekirina derketina ji mal, ji 8ê êvara duh, li ser şêniyên gund sepandin ji bo ku hilmeteke tevdana malan bi armanca lêger li çekan bidin meşandin.

Heweha li bajarê Efrînê bi xwe jî, tevgera dizîn û talanê li ser mal û milkên welatiyan bi şêweyekî rêkûpêk berdewam e. Li gor jêderên xwecihî, tenê duh roja Înê, heft wesayît ji nava bajêr hatine dizîn û desteserkirin.

Jêderekî pêbawer ji bajêr eşkere kir ku welatiyê bi navê Kamîran, ê ku ji xelkên gundê Avrazê ye, duh bi wesayîta xwe berê xwe dida bazara bajêr, lê girûpeke çekdar, li nêzîkî nexwaşxaneya Dêrsim ew sekinandin, xistin xaniyekî binerd, çavên wî girêdan û pişt re wesayîta wî dizîn û ew li wir hîştin.

Li gor wî jêderî, di wesayîta Kamîran de, komeke peran bi qaserî du milyon lîreyên sûrî jî hebûn, ango ewî dixwest kelûpelan ji bazarê pê bikire. Tê zanîn ku tevgera dizî, talan, desteserkirina mal û milkên xelkên Efrînê li ser destên milîsên ser bi Tirkiyê ve, ji dema dagîrkirina deverê ji aliyê artêşa Tirkiyê ve, berdewam in û roj bi roj zêdetir dibin.

Başa dön tuşu