ÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî: Hemî pêwîstîyên Îranê yên bi diravên bîyanî bi awayekî şefaf tên dabînkirin

Serokê Komara Islamî ya Îranê got: Armanca sîyaseta dewleta Îranê di warê diravên bîyanî de, aramî û istiqrara bazara diravên bîyanî ye ku pêwîstîya geşatîya mayinde ya aborîya welêt e.

Hesen Rûhanî îro li civîna navenda aborîya dewletê, qedrê xwedanpêşe û tacirên îranî ku bi firotina berheman bo derveyî welêt dibin sedema geşbûna derfirotina berhemên neniftî û pişkdarîya berfiretir a Îranê li bazarên cîhanê girt.

Serokê Komara Islamî ya Îranê got: Sîyaseta Îranê ya têkildarî diravên bîyanî alîkarîya herî zêde dide pêşesaz û xwedîyên karistan û kargehên berhemên xwe difiroşin derveyî welêt ji bo plankarîya aborîyê û ji bo serêxwegirtina vê armancê hevkarî û rawêjkarîya pişka sivîl û bankan pêwîst e.

Rûhanî herwiha got: Derhata Îranê ya bi saya firotina berheman bo derveyî welêt di rewşeke tam misoger da ye û hemî pêwîstîyên Îranê yên bi diravên bîyanî di sîstema nû da bi awayekî tam şefaf tên dabînkirin.

Serokê Komara Islamî ya Îranê herwiha pêgirî kir: Di sîstema nû ya welêt a diravên bîyanî de, kesên berheman difiroşin derveyî welêt divê diravê xe yê bîyanî di rojê da bifiroşin û divê sîyasetên aborîyê di çaçrova piştgirîya ji geşkirina berdewam a derfirotinê bên hevdengkirinê.

Bihaya diravên bîyanî di çend rojên buhurî da gellekî evraz û nişîv bû, lewma dewletê bihayek kivş kir û niha bihaya her dolarekî li Îranê 42 hezar rîyal e.

Başa dön tuşu