ÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî: Hêza Hewayî ya Artêşa Îranê hemî komployên Amerîkayê pûç kirin

Serokê Komara Islamî ya Îranê got: Hêza Hewayî ya Artêşa Îranê di demajoya serketina Inqilaba Islamî de hemî komployên Amerîkayê bêencam kirin.

Hesen Rûhanî serokê Komara Islamî ya Îranê îro li merasima destpêkirina cihanîna plana netewî ya Vejîyandina Bajêr a bi navê Omîd (hêvî) li Têhranê, bi pîrozkirina dehika fecrê û navlêkirina 19`ê Behmenê (8`ê Sibatê) wek Roja Hêza Hewayî herwisan got: Pêngava girîng a Hêza Hewayî ya Artêşê di rojek wek îro di Sibata sala 1979`ê de ku beyeta digel Îmam Xumêynî (RE) xîmdarê Komara Islamî ya Îranê bû, derbeya tekoz û teqil li laşê rêjîma rizî ya berê da.

Serokê Komara Islamî ya Îranê herwisan got: Beyeta pêrsonêlên Hêza Hewayî ya Artêşê digel Îmam Xumêynî (RE) bû hêvîdera serketinê û komployên Amerîkayê pûç derxistin û li hemberî hêzên ku dixwestin Inqilaba Islamî tepeser bikin, sekinîn û şer kirin.

Rûhanî herwiha got: Hemî hêzên çekdar û Artêşa Îranê di demajoya serketina Inqilaba Islamî de rojên dijwar derbas kirin lê li dawîyê bi tevlîbûna xwe ya nav gel û alîkarîya bo serxistina Inqilaba Islamî bûn sedema rizamendîyê.

Rûhanî bal kişand ser rola girîng a Hêza Hewayî ya Artêşê li şerê sepandî yê rêjîma Sedam ser Îranê de jî û got: Hêza Hewayî ya Artêşê di destpêka şerê sepandî de, hêvîya herî mezin ji bo serketinê afirand û bi 140 balafirên cengê êrişî Iraqê kir û armancên istiratêjîk dan ber bombeyan û morala dijmin têk bir.

Serokê Komara Islamî ya Îranê herwisan plana netewî ya Vejîyandina Bajêr ku yê deverên kevin bigire ber xwe, planeke nû ji bo dabînkirina mal û avahîyê ji bo welatîyan zanî û got: Xala herî girîng ji bo dewleta Îranê di warê mal û avahîyan de, parastina tenduristî û jîyana gel e.

Başa dön tuşu