Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Hêza Komara Îslamî ya Îranê piştevana ewlehiyê û aramiyê li navçeyê ye.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Hesen Rûhanî berêvarioya çarşemiyê li hevdîtina digel şêx Sebah El Xalid El Hemed El Sebah şandê taybet ê emîrê Kuwêytê û wezîrê karên derve yê vî welatî li Têhranê her wiha got: Siyaseta derveyî ya Îranê berfirekirina herî pirtir a danûstandina digel welatên îslamî û welatên cînar li ser esasa rêzgirtina duyalî, nêta baş a cînaretiyê û biratiya îslamî ye.
Rûhanî got: Îran tevî viya ku di serdema piştî Înqilaba Îslamî da kete ber destdirêjiya dijminan û tu wextê jî destdirêjiya li ser welatekî nekiriye, rola xwe wekî berbenda herî girîng li hemberî her cûre destdirêjî û têrorîsmê li naçeyê selimand.
Serokomarê Îranê bal kişande ser viya ku aramî û ewlehiya navçeya hestiyar a Rojhilata Navînê tenê bi gotûbêj, dostî û hevkariya navbera welatên navçeyê bi taybet cînaran pêk tê û got: Ti şik û gumanek tine ku pêşketin û geşepêdana welat û gelên navçeyê dê berjewendî û ewlehiya giştan dabîn bike.
Rûhanî got: Peywendiyên siyasî, aborî û çandî di navbera Îran û Kuwêytê gerek e ku li gorî derfet û meraqa gelên du welatan bigihêje asteke maqûl û baş.
Şêx Sebah El Xalid El Hemed El Sebah wezîrê karên derve yê Kuwêytê jî li vê hevdîtinê tevî pêşkêşkirina peyama nivîskî ya emîrê Kuwêytê bo serokomarê Îranê, got: Emîr, dewlet û gelê Kuwêytê hertim rêzeke zaf li gel û dewleta Îranê û rola bibandor a vî welatî li navçeyê digirin.
Şêx Sebah El Xalid El Hemed El Sebah wezîrê karên derve yê Kuwêytê ji bo gerr û sefereke yekrojî sibeha roja çarşemiyê gihîşte Têhranê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)