ÎranNûçeRojhilatanavin

Ruhanî: Îmam Xumeynî (RE) yê gişt misilmanên cîhanê ye

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Bîr û ramanên Îmam Xumeynî (RE) û şopandin û pêşvexistina armancên Înqilaba Îslamî yên wek azadî, serxwebûn li naveroka Komara Îslamî ya Îranê de cih girtiye.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî îro li merasima tezekirina peymana kabîneya dewletê derheq armancên xêmdarê Komara Îslamî ya Îranê Hz. Îmam Xumeynî (RE) li herema wî hezretî li bereberê hilketina salvegera 38`an ya serketina Înqilaba Îslamî desnîşan kir: Îmam Xumeynî (RE) li riya serkevtin û pêşdaxistina Înqilaba Îslamî li dij her cure riyeke çekdarî bû û hertim li ser riya çandî û gelanî disekinî.

Ruhanî desnîşan kir ku riya Îmam Xumeynî (RE) riya azadî û serxwebûnê bû û got: Mînaka herî baş ya azadiyê, Hilbijartin û serxwebûn e, serxwebûn nayê wateya vê yekê ku welat li tecrîd bibe, belkê tê wateya ku rê li ber deshilata welatên din ser çarenivîsa welêt were girtin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê desnîşan kir ku Netewê Îranê ne biyanîperest e, ne jî ji biyaniyan ditirse û li dewamê de got: Komara Îslamî ya Îranê ji danûstandin û hebvhatina kêrhatî û bi feyde tev cîhanê li gor berjiwendiyên neteweyî yên xwe bi saya rênimûniyên rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî, îstifadeyê dike.

Ruhanî herwiha anî ziman ku dewleta Îranê xwe sozdarê armancên Îmam Xumeynî (RE) dizane û ji rê û ramana Îmam Xumeynî (RE) û rêberê Înqilaba Îslamî  peyrewiyê dike. Wî li dewama de her wiha got: Îmam Xumeynî (RE) yê gişt misilmanên cîhanê û Îranê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu