ErebîstanIraqNûçeRojhilatanavin

Ebadî: Me bo jinavbirina DAIŞê pêwîstî bi 3 mehên din heye

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand, bo jinvbiirna DAIŞê, Iraqê pêwîstî bi 3 mehên din e.

Duh sêşemî 27ê Kanûna 2017ê, Encumena Wezîran a Iraqê civîna xwe saz kir. Piştî bi dawî hatina civînê, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ku di heman demê de Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdarên Iraqê ye, konfransek rojnamevanî da û tê de derbarê pêşhatên nû yên li Iraqê, deverê, şerê Mûsilê û jinavbirina DAIŞê axivî.

Heyder Ebadî amaje bi şerê Mûsilê kir û bi gotina wê yekê ku hêzên Iraqê serkevtinên baş bi dest xistine, da xuyakirin, ku bo jinavbirina DAIŞê, Bexdayê pêwîstî bi 3 mehên din heye.

Derbarê daxuyaniya Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdiyê Adil El-Cubeyr de, ku li dijî Heşda Şeibî axivîbû û Heşda Şeibî weke hêzeke tayifî bi nav kiribû, Ebadî got: “Daxuyaniyên Adil El-Cubeyr, Wezîrê Derve yê Siûdiyê yên derbarê Heşda Şeibî de red dikin û emd axwaz ji Siûdiyê dikin ku mijûlî çareserkirina arîşeyên xwe be.”

Ebadî herwiha tekez kir: “Yasyaya Heşda Şeibî, rêgiriyê li belavbûna çek li derveyê yasayê dike.” Li ser mijara danîna wezîran di postên vala yên kabîneya xwe de jî, Serokwezîrê Iraqê da zanîn: “Di van nêzîkan de em dê kandîdan bo wezaretan pêşkêşî parlamentoyê bikin.”

Daxuyaniya Heyder Ebadî ya derbarê jinavbirina DAIŞê di 3 mehên din de di demekê de ye, ku Fermandeyê hêzên Hevpeymaniya Navdewletî yê li Bexdayê Steven Tuwsund di çavpêkevtineke nû de ragihandiye: “Artêşa Iraqê bi vê leziya ku me pêşbînî dikir, li Mûsilê pêşve naçe. Hêzên hevpeymanan bo kontrolkirina her du paytextên DAIŞê, Reqa û Mûsilê pêwîstî bi nêzîkî 2 salên din heye û dawiya DAIŞê dê di sala 2018ê de be.”

Herwiha Ebadî bi xwe pêştir di daxuyaniyên xwe ragihandibû, ku heta dawiya sala 2016ê, dê Mûsil ji destê DAIŞê were rizgarkirin û dê mizigîniya wê yekê bidin iraqiyan. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu