ÎranNûçeRojhilatanavin

Ruhanî: Inqilaba îslamî xala werçerxan a girîng li dîroka Îranê ye

Serokkomarê Îranê got: Pêş serketina inqilaba îslamî gelê Îranê ji aliyê îstekbar û zorbêjan rezîl dibû û serketina inqilaba îslamî serbilindî û nasnama netewî daye gelê Îranê.

Li gor rapora IRIB News`ê, Hesen Ruhanî li rêûresma kutahiya dewra 35-an a kitêba sal û dewra 25-an a xelata cîhanî ya kitêba sal a Komara îslamî ya Îranê destnîşan kir: Inqilaba îslamî serbilindî daye deng, bîrûbawer, nêhrîn û nasnama netewî û dînî yên gelê Îranê û ev alûgora mezin pê rola kitêban û geşatiya çand û hunerê kete qunaxekî nû.

Ruhanî ragihand: Hatina îslamê xalekî girîng bona medeniyeta îranî û inqilaba islamî û xalekî werçerxan di dîroka Îranê da bû.

Wî got: Peywendiya bi cîhana sibe ji riya bîreweriya mirov îmkan heye û bîr û bawer li ciyekê kom dibin ku gotin û nêhrîn li berhemekê da bêne çapkirin û komkirin.

Dewra 35-an a kitêba sal û dewra 25-an a xelata cîhanî ya kitêba sal a Komara îslamî ya Îranê îro çarşemê li Têhranê birê ket.

Başa dön tuşu