ÎranNûçeRojhilatanavin

Ruhanî: Inqilaba îslamî ya Îranê bêyî palpiştiya bi rojhilat û rojava serket

Serokkomarê Îranê îro yekşemê li festîvala Farabî got: Berpirsyariya herî mezin bona çareserkirina kirîza civata cîhanî li ser milê Zanistên Însanî ye.

Hesen Ruhanî li gotinên xwe yên îro yekşemê li festîvala navnetewî ya heştan a Farabî û qedrzaniya ji 33 bijartiyên vê festîvalê li Têhranê bal kişande ser bandora zanayên Zanista Însanî bona çareserkirina kirîza civatê û destnîşan kir; Pêspartiya Zanista Însanî tenê naskirin û guhartin nîne belkî rênimûnî û bexteweriya civatê ye û erka zana û rewşenbîrên însanî pêkanîna hevsengiyan li nav civatê ye.

Ruhanî bal kişande ser zêde ji 34 hilbijartinan piştî serketina Înqilaba Îslamî ya Îranê û eva ji şanaziyên nizama îslamî da zanîn û hot: Zana û rewşenbîr pêwîst e Înqilaba Îlamî ji nû va raçav bigirin û bona geşatiya civatê û reformên nav civatê bixebitin.

Ruhanî bal kişande ser viya ku Înqilaba Îslamî ya Îranê bêyî palpiştiya bi welatên rojhilatî û rojavayî bi ser ket û ji hemû zana, alim, rewşenbîrên Îranê xwest ku çarçîvên herî girîng û mezin ên serketina Înqilabê ji bo gelê Îranê şirove bikin.

Wî ragihand, Eger civatnasiya rastîn û dirust a Îmam Xumêynî (Rehmeta Xwedê lê be) xîmdarê Komara Îslamî ya Îranê nebûya, Înqilaba Îslamî ya Îranê li hemberî hêzeke mezin a navçê ku hêzxurtên mezin ên cîhanê jê piştevanî dikirin, ser nediket.

Serokkomarê Îranê li festîvala heştan a navnetewî ya Farabî ji 33 zanayên bijartî qedrzanî kir.

Başa dön tuşu