AborîÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî: Îran bi dû wê ye ku bibe hêza aborîyê ya navçê

Serokê Komara Islamî ya Îranê got ku danûistandina kêrhatî û veguherîna bo hêza aborîyê li navçê û pêşketina ji sedî 8`ê ji armancên belgeya pêşeroja pêşketina Îranê ne.

Li gorî rapora malpera ragihandinê ya serokomarîyê, Hesen Rûhanî serokê Komara Islamî ya Îranê li civîna civata idarî ya parêzgeha Merkezîyê, danûistandina kêrhatî û veguherîna bo hêza aborîyê li navçê û pêşketina ji sedî 8`ê ji armancên belgeya pêşeroja pêşketina Îranê ya di 20 salan da û li gorî pêkutîyên rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî zanî û pêgîrî kir ku danûistandina ligel cehanê li warê têknolojîyê, Îran zûtir digihîne armancên warê pêşketinê.

Hesen Rûhanî herwiha got: Jibo cihanîna belgeya pêşeroja pêşketina Îranê divê imkanên welêt, navçe û cehanê bên bikaranînê û jibo geşatîya aborîyê divê alîkarîyê bidin pêşketina şîrketên zanistbingeh, pêşe û cotkarîya pêşketî.

Rûhanî bal kişand ser pêşketin û berfirebûna derfirotinê û geşatîya aborîyê ya welatên rojhilata Asyayê jî û got: Rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê jibo veguhertina gefê bo derfetê bû ta ku em bi dîtina rastîyan teslîm nebin.

Serokê Komara Islamî ya Îranê bibîr xist ku divê bi saya bikaranîna hemî imkanan, anîna têknolojîyên biroj û bikaranîna şîyanên kompanîyên navxweyî û yan derveyî, pêşîya firotina berhemên xav bê girtinê.

Serokê Komara Islamî ya Îranê duh li dewama serdana desteya wezîran bo parêzgehên welêt, çû parêzgeha Merkezîyê.(BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu