ÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî: Îran bihêzkirina sazîya ECO`yê yek ji ewlewîyetên xwe dizane

Serokê Komara Islamî ya Îranê pêkutî kir: Îran wekî xîmdanerekî Sazîya Hevkarîya Aborîyê (ECO), bi helwesteke anegorî rêzgirtina dualî dabînkirina mafên gelên navçê, bihêzkirina sazîya ECO`yê yek ji ewlewîyetên xwe dizane.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Hesen Rûhanî serokê Komara Islamî ya Îranê îro hevgavê destpêbûna sêzdemîn civîna serokên Sazîya Hevkarîya Aborîyê (ECO) li peyamekê jibo çapkirina li kovara taybet a vê civînê got: Çanda hevpar û mîrasa dîrokî ya çend hezar salî ya welatên endamê ECO`yê, dikare derfeteke nû jibo berfirekirina giştalî ya welatên endamê ECO`yê li asta dinyayê be.

Rûhanî bibîr xist: Îran hêvîdar e ku bi rêformên li sazîya ECO`yê, hevkarîyên berfiretir ên herêmî bi armanca dabînkirina rehetî û bextewerîyê jibo gelên welatên endamê vê sazîyê pêk bên.

Rûhanî herwiha got: Hevkarîya di çarçova sazîya ECO`yê da dikare rêyeke ewleh û dilnîya jibo hevdengîyê û dûrmayîna ji qeyranê navnetewî pêk bîne.

Serokê Komara Islamî ya Îranê pêkutî kir: 13`emîn civîna serokên ECO`yê bi mazûvanîya Pakistanê yê derfeteke guncav be jibo rawêjkarî û gotûbêja serokên welatên endamê vê sazîyê jibo pêkanîna alûgurên bingehîn di çarçova pêşdebirina plan û karên sazîya ECO`yê da.

Biryar e ku serokê Komara Islamî ya Îranê li civîna serokên ECO`yê ku yê îro li Islambada Pakistanê bê lidarxistinê, helwest û nêrînên Komara Islamî ya Îranê şirove bike.

Bajarê Islamabad paytexta Pakistanê yê sibê mazûvanîya civîna serokên ECO`yê bike.

Îran, Tirkiye, Pakistan, Efxansitan, Tirkmenistan, Qirqîzistan, Uzbekistan, Qezaqistan, Tackistan û Komara Azerbaycanê, 10 endamên  Rêxistina  hevkariya  aboriyê (ECO) ne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu