İslami Davet Kurdi Bange İslami

Ruhanî: Îran bo bernameya nûkleerê destûrê ji ti kesê nagre

Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî ragehand, ‘’Îran ji bo bernameya nûkleerî ji ti kesekê destûrê vernagre.’’

Serokê Amerîkayê Donald Trump berî naha ragehandibû ku Amerîka dê bernameya Îranê ya nûkleerî rawestîne.

Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî di vê derbarê de hin daxuyanî dan û ragehand: ‘’Îran ji bo bernameya nûkleerî û wûzeyê destûrê ji ti kesekê vernagre.’’ Herwaha got: ‘’Ji bo hêzên çekdar ên Îranê bên bihêz kirin û bi armanca parastina welat, mûşek û balefiran em çêbikin em ji ti kesê destûr vernagrin.’’

Ruhanî got, Îran ti armanceke wê yê êrîşkar tineye, lê aştî jî bi yek alî pêknayê. Ruhanî got, aliyê hember ne aştîxwaze, ji ber vê jî pêwîste em bi tevdîr bin. 
 (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version