CîhanEwropaNûçe

Sedema şewata li Yewnanistanê diyar bû

Hat ragihandin ku şewat ji ber kabloyên ceyranê derketiye.

Li Atînaya paytexta Yewnanistanê ev bi rojane agir bi daristanan ketiye û Atîna dorpêç kiriye. Li gor agahiyên hatine bidestxistin sedama wê şewata ku bajarokê Matî ji nexşey bir û bû sedema mirina 83 kesan û bi sedan birîndaran diyar bû.

Hat gotin ku ji ber kabloyên ceyranê agir bi daristanê ketiye û her berfireh bûye.

Herwiha hat diyarkirin ku hê jî bi dehan kes winda ne û li hin devran ji ber agir xebat baş birêve naçin.

Başa dön tuşu