CîhanEwropaNûçe

Koreya Bakûrî îdiayên Amerîka ret kir

Nûnertiya Koreya Bakûrî li Rêxistina Netewên Yekgirtî tawanbariya li dij welatîê xwe ya ji aliyê Amerîkayê ku ragihandibû Pîyong-Yangê navenda agehiyên istixbaratî yên komîteya boykotên Konseya Ewlehiyê ya vê saziyê Hek kiriye, ret kir.

Li gor raporaajansa nûçan a Sputnîkê, Nûnertiya Koreya Bakûrî li Rêxistina Netewên Yekgirtî li daxûyaniya xwe ya îro pêncşemê tawana Amerîka ku ragihandibû Pîyong-Yangê navenda agehiyên istixbaratî yên komîteya boykotên Konseya Ewlehiya vê saziyê Hek kiriye, ret kir û ragihand ku Amerîka bona dewama boykot û zextûzorên ser Koreya Bakûrî van tawanan belav dike.

Li vê daxûyaniyê hatiye ku Amerîka û hêzên destdirêjker li dewsa pîlanên bê xîm û binyat dijî Koreya Bakûrî ya baş evaye ku bixebitin ta ku aşitiyê li nîvgirava Koreyê damezirînin.

Ev daxûyaniya pêş civîna Kîm Cong On serokkomarê Koreya Bakûrî tev Donald Trump serokkomarê Amerîka belav bûye ku qirare ew her du Gulanê yan jî destpêka Hezîranê bi hevra bicivin.

Başa dön tuşu