Serokê Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Komara Îslamî ya Îranê bi rêberiya Îmam Xumeynî (Rehmeta Xwedê lê be) û fîdakriya gel bi taybet şehîd û canbazan ji hemî dijwarî û riyên dijwar serketî derbas bû.
Li gorî rapora malpera ragihandinê ya serokkomartiyê, Hesen Rûhanî, çarşemiyê şevê li hevdîtina tev malbata giranqedr a yek ji canbazên Inqilaba Îslamî li Têhranê bal kişand ser vê yekê ku hevjînên canbazan bi taybet canbazên ku movika wan ji cî derketiye, bi baldariya ji hevjînên xwe yên canbaz gelek fîdakariyê dikin, got: Canbaz û malbatên wan ên giranqedr, şanaziya nizama pîroz a Komara Îslamî ne.
Rûhanî her wiha got: Xwedê teala cih û şûna Îmam Xumeynî (Rehmeta Xwedê lê be) xîmdarê mezin ê Komara Îsalmî ya Îranê bilind bike ku bi rêberiya wî û fîdakarî û peyrewiya bêmînak a gel ji îmamê umet, me karî ku li hember hemî dijminan serbilind û serketî bibin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)