ÎranNûçeRojhilatanavin

Ruhanî: Îran hertim di bereya yekem a xebata dijî terorîzmê de ye

Serokomarê Îranê got: Piştî serketina Înqilaba Îslamî ,gelê Îranê dijî terorîzmê xebitîne û bi pêşkêşkirina hezaran şehîd hertim di bereya yekem a vî şerî de ye.

Li gor rapora IRIB News`ê, Hesen Ruhanî serokê Komara Îslamî ya Îranê, êvara sêşemê li civîna Konseya Bilind a Înqilaba Çandî bal kişande ser rûdawên terorîstî yên 7 Hezîranê li Têhranê ku ji ber wan 17 kes şehîd û 52 kes jî birîndar bûn û destnîşan kir: Îran li halekê hertim di bereya yekem a şerê dijî terorîstan de dixebite ku welatên serdest û welatên ku xwe berevanê mafên mirov didin zanîn, hertim bona terorîstan bûne palpişt û ji wan piştevaniyê dikin.

Ruhanî bal kişande ser xebatên berfireh û bi hêz ên hêzên ewlehî û îstixbaratê yên Îranê bona jinavbirina terorîstan û pûçkirina bername û kiryarên wan û destnîşan kir: Eva ku çend terorîstên tirsûnek xelkê bê berevan bikine qurbanî, dibe sebeb ku gelê Îranê zêdetir ji her wexteke din bona jinavbirina cinayetkaran xwe amade bikin.

Ruhanî bal kişande ser viya ku gelê Îranê bi hêz û qawet li hemberî her cure liv û tevgereke terorîstî radiweste û got: Niha ku gelên navçê biryara sekiîna li hemberî terorîstan girtine, îdî tiştek nemaye ku jiyana terorîstan li navçê kuta bibe.

Ruhanî bal kişande ser gihêştina şevên Qedirê û bal kişande ser şexsiyeta Hezretê Elî (s) li gor ayetên Qurana pîroz û rewayetên curbicur û got: Pêxemberê îslamê (s), Hezretê Elî (s) mînaka heq û rastiyê daye zanîn û her ji ber viya ye ku tê gotin li şeva 19 meha rojiyê ku Îmam Elî(S) birîndar bû, wekî ku xîm û binyata rênimûniya îlahî derbe xwar (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu