ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Ruhanî: Îran ji agirbesa li Sûriyê pêşwaziyê dike

Hesen Ruhanî serokkomarê Îranê li hevdîtina xwe ya îro şemiyê tev Welîd Muelim wezîrê karên derve yê Sûriyê tevî pîrozbahiya bo dewlet, artêş û xelkê Sûriyê ji bo xebata wan a serketî dijî terorîstan, bi taybet li Helebê got: Serketinên Helebê ev peyama ji bo terorîstan hebû ku li riya şaş ku pê cinayet û xwînrijandinê wan girtiye ber xwe qet ser nakevin.

Ruhanî bal kişande ser viya ku piştî serketinên Helebê rewşeke baş a meydanî dijî terorîstan herwisa dewama xebatên siyasî bona zivirandina ewlehî û tenahiyê bo nav Sûriyê serrast bûye hêviya xwe da diyarkirin ku kiryarên pêşerojê dê bibin sebeba çareserbûna kirîza Sûriyê û pêkhatina aşitiyê li nav vî welatî bi hakimiyeta Şamê ser hemû Sûriyê ku eva dê bibe sebeba damezirîna ewlehiyê ji bo xelkê Sûriyê û parastina yekparçetiya axa vî welatî.

Ruhanî destnîşan kir; Îran li meydana berxwedanê û li babetên siyasî hertim li kêlega gelê Sûriyê ye û li pêşerojê jî dê dewamê bide piştevaniyên xwe û gelê Sûriyê dê serkevin.

Wezîrê karên derve yê Sûriyê jî li vê hevdîtinê tevî ragihandina peyama qedrzanî û silava Beşar Esed serokkomarê vî welatî bo dewlet û gelê Îranê got: Tu şik tune ku piştevaniyên giştalî yên Komara Îslamî ya Îranê bandoreke baş li ser morala berxwedana gelê Sûriyê li hemberî terorîstan hebûye û dê hebe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu