ÎranNûçeRojhilatanavin

Ruhanî: Îran ji bo qahîmkirina peywendiyên xwe biwelatên Amerîkaya Latîn re cidî ye

Serokkomarê Îranê ku bona pişkdariya li civîna serokên welatên endame Tevgera Qeyîdnenasan çûye Veneziuelayê kiriye, li hevdîtina tev hevtayê xwe yê Veneziuelayê, li ser nexş û rola girîng a Qeyîdnenasan bona birêxistina aşitî û ewlehiyê li cîhanê sekinî.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Hesen Rûhanî serokê Komara Islamî ya Îranê, şeva buhurî li hevdîtina tev Nîkolas Madoro serokomarê Venezuelayê, destpêbûna dewra serokatîya vî welatî li Tevgera Qeydnenasan pîroz kir û got: Têhran amade ye tecrubeyên dewra serokatîya xwe li vê Teverê bide ber destê Veneziuelayê.

Ji îro şemiyê li girava Margarîtaya Veneziuelayê civîna 17-an a serokên endamên Tevgera Qeyîdnenasan, birê ket û îro serokkomarê Îranê serokatiya vê bereyê dide Venozêolayê.

Rûhanî bal kişand ser alûgurên girîng ên navçeyî û navnetewî û got: Tevgera Qeydnenasan dikare roleke mezin li cehana roja îro hebe û endamên vê Tevgerê divê bi tifaq û hevkarîyê, berjewendîyên komkî pêşda bibin.

Serokê Komara Islamî ya Îranê herviha bal kişand ser mijara daketina bihaya niftê û dûhatên wê ser aborîya dinyayê û pêkutî kir ku misogerbûna rewşa bazarê, bihaya dadmendane û pişka dadmendane ya derîner û bifiroşên niftê, berjewendîyên mayinde yên bifiroş û bikirrên enerjîyê garantî dikin.

Rûhanî da zanîn ku Îran hez dike li warên curbicur ên aborî û sermayedanînê bi Venezuelayê ra hevkarîyê bike û çalakbûna komsyona hevpar a her du welatan jibo pêşdabirina plan û projên pêşber erênî nirxand.  (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu