Serokkomarê Îranê ku bona pişkdariya li civîna serokên welatên endame Tevgera Qeyîdnenasan çûye Veneziuelayê kiriye, li hevdîtina tev hevtayê xwe yê Veneziuelayê, li ser nexş û rola girîng a Qeyîdnenasan bona birêxistina aşitî û ewlehiyê li cîhanê sekinî.
Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Hesen Rûhanî serokê Komara Islamî ya Îranê, şeva buhurî li hevdîtina tev Nîkolas Madoro serokomarê Venezuelayê, destpêbûna dewra serokatîya vî welatî li Tevgera Qeydnenasan pîroz kir û got: Têhran amade ye tecrubeyên dewra serokatîya xwe li vê Teverê bide ber destê Veneziuelayê.
Ji îro şemiyê li girava Margarîtaya Veneziuelayê civîna 17-an a serokên endamên Tevgera Qeyîdnenasan, birê ket û îro serokkomarê Îranê serokatiya vê bereyê dide Venozêolayê.
Rûhanî bal kişand ser alûgurên girîng ên navçeyî û navnetewî û got: Tevgera Qeydnenasan dikare roleke mezin li cehana roja îro hebe û endamên vê Tevgerê divê bi tifaq û hevkarîyê, berjewendîyên komkî pêşda bibin.
Serokê Komara Islamî ya Îranê herviha bal kişand ser mijara daketina bihaya niftê û dûhatên wê ser aborîya dinyayê û pêkutî kir ku misogerbûna rewşa bazarê, bihaya dadmendane û pişka dadmendane ya derîner û bifiroşên niftê, berjewendîyên mayinde yên bifiroş û bikirrên enerjîyê garantî dikin.
Rûhanî da zanîn ku Îran hez dike li warên curbicur ên aborî û sermayedanînê bi Venezuelayê ra hevkarîyê bike û çalakbûna komsyona hevpar a her du welatan jibo pêşdabirina plan û projên pêşber erênî nirxand. (BANGÊ ÎSLÂMİ)