FilistînNûçeRojhilatanavin

Hamas:Gelê Filistînê li roja Nikbetê dê bersiveke qahêm bidine Îsraîlê

Berdevkê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê, Hamasê, vê sibê teqez kir ku bersiva gelê Filistînê bo Rejîma Siyonîstî li salroja dagirkirina Filistînê qahêm be.

 Li gorî rapora Mêhr Newsê, Hazim Qasim wek berteka li hember êrişên  şemiyê şevê yên balefirên  cengê yên Rejîma Siyonîstî ser Zîvala Gazayê destnîşan kir ku  êrişên siyonîstan hewldaneke işkestxwarî ji bo girtina pêşiya lidarxistina xwenîşandana milyonî ya filistîniyan li roja Nikbetê, 14 meha Gulanê ye.

Balefirên Rejîma Siiyonîstî şemiyê şevê  heşt caran  bakurê zîvala Gazayê bombebaran kirin.

Îsmaîl Heniye, serokê nivîsgeha siyasî ya tevgera berxwedana Îslamî ya Filistînê roja îniyê got: Xelkê Filistînê, 72 mîn salvegera roja Nikbetê bikine nikbetek ji bo Îsraîlê.

14 Gulana 1948` an  hevgav e bi dagirkirina erdê Filistînê ji aliyê Rejîma Siyonîstî bo roja Nikbtê ye.

Di roja wiha de, siyonîst bi piştgirî û komploya Brîtanyayê, dagirkirina erdê Filistînê cih anîn.

Başa dön tuşu