AborîCîhanEwropaNûçe

Li Fransa yê hejmara kuştî û birindaran zêdê dibe

Hejmara kuştîyên êrişa hêzên polîs û ewlehîyê yên Fransayê ser xwenîşandana Tevgera Dijî Sermayedarîyê li vî welatî gihêşt 3 kesan.

Birîndarekî êrişa hêzên polîs û ewlehîyê yên Fransayê ser xwenîşandana Tevgera Dijî Sermayedarîyê li vî welatî canê xwe ji dest da û bi vî awayî hejmara kuştîyên vê bûyerê gihêşt 3 kesan.

Bi dû vê yekê, endamên tevgera Dijî Sermayedarîyê ya Fransayê li şebekeyên civakî ragihandin ku dê hevgirtitîr ji berê li hemberî sîyasetên aborî yên Serokomarê welatê xwe Emanoel Mecron bisekinin.

Pêla nerazîbûnên li hemberî biryar û sîyasetên aborî yên dewleta Mecron ser navê Tevgera Dijî Sermayedarîyê (Êleksor) ji nêzî 3 hefteyan berî niha ve Fransa girtîye ber xwe.

Ew nerazîbûn piştî wê destpê bûn ku dewletê plana xwe ya zêdekirina xeraca ardûyê ragihand.

Li gorî amara ku Navenda Polîsên Fransayê belav kirîye, heta niha di encama şîdet û pevçûnnên di navbera xwenîşanderan û hêzên ewlehîyê li navend û rojavaya Parîsê da, 133 kes ji wan 23 hêzên ewlehîyê birîndar bûne.

Başa dön tuşu