AborîEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî: Îran li ser sozên xwe li warê lihevkirina navokî ye

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Îran li ser sozên xwe li warê lihevkirina navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1`ê nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar dimîne.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Hesen Rûhanî roja çarşemiyê, 13`ê Tîrmeha 2016`an, li civîna taxima wezîrên dewletê bal kişande ser salvegera pêkhatina lihevkirina navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1`ê nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar her viha got: lihevkirina navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1`ê nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar li ser xêr û berjewendiya gişt welatan û aştî, ewlehî, tenahî û geşatiya cîhanê ye û binpêkirina wê dê li ser ziyana giştan be.

Serokomarê Îranê tevî diyarkirina hêvîdariya xwe ji viya ku lihevkirina navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1`ê nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar dibe sebea geşatiya navxweyî, aramiya navçeyî û navneteweyî û got: Pêwîst e ku gişt li ser esasa berjewendiyên neteweyî, aqilmendî û li çarçova cihanîn û xurtkirina Bernama Giştalî ya Pêngava Hevpar û behrewergirtina giştî ji wê di asta navçeyî û cîhanî da bixebitin.

Rûhanî bi gotina viya ku her kes bixwaze destpêkerê binpêkirina Bernama Giştalî ya Pêngava Hevpar be, wê baydayiyê (torandiyê) siyasî di qada navneteweyî da be, got: Komara Îslamî ya Îranê ji bo gişt cîhaniyan ra selimand ku ji hêla hêza siyasî va wisa şiyana xwe li warê miajrên siyasî, mebntiq û miajrên têknîkî û hiqûqî heye ku dikare ji bo çareserkirina mijara lihevaliyayî ya navneteweyî ligel hêzxurtên mezin gotûbêjê bike û mafê gelê Îranê bi başî biparêze.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bal kişande ser viya ku bi saya lihevkirina navokî boykotên çekdarî yên sepandî li ser Îranê hatin rakirin û Komara Islamî ya Îranê dikare hêz û şiyana parêzvanî û leşkerî ya xwe xurt bike û got: Elbete roja îro jî ji bo kirrîna hinek ji çekan hin astengî hene ku divê bên rakirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu