ÎranNûçeRojhilatanavin

Ruhanî: Îran pêşengê hikimdarî û serdestîya gel li navçê ye

Hesen Ruhanî, serokê Komara Islamiya Îranê, roja şemiyê li rêûrisma kutabûna Mêhricana Navneteweyî ya Xwarezmiyê, bal kişand ser vê yekê ku Îrana mezin, di dîrokê de çavkaniya şaristaniyet, zanist û zanyariyê bûye û got: Zaningehan hertim rola bingehîn li alûgorên siyasî û civakî hebûne û hene.

Ruhanî kêfxweşiya xwe ji ber amadebûna nav koma zanyaran û bijareyên Mêhricana Navneteweyî ya Xwarezmiy diyar kir û got: Îran welatek e ku him berî Îslamê û him jî piştî Îslamê, roleka binirx li berhemanîn û pêşxistina zanistê û pêkanîn û perwerdekirina şaristaniyeta mirovantiyê hebûye.

Serokê Komara Islamiya Îranê, herwiha got: Berî îslamê li Îrana kevin ramanwer, zanyar, hunermend, mîmar û aliman bi xuliqandina şaristaniyetekê ku hêjayî rikeberiya bi şaristaniyetên mezin û kevnar ên wê demê yên wek şaristaniyeta Çîn, Misr Û Yewnansitanê re bû, Îran kiribûn welatekî mezin ku raman, axiftin, bername û navendên xwe yên zanistî yên berbiçav hebûn.

Ruhanî dema ravekirina dewra duyem û piştî îslamê jî got: Di eslê xwe de Îslam ne tenê peyrewên xwe vedixweîne ku zanistê bi dest bixin, belkî ev mekteba bi vexwendina bo xwendinê destpê bû. Islam olek e ku girîngiyê dide zanistê.

Serokê Komara Îslamiya Îranê, bal kişand ser vê yekê ku Îslam pêgîriyê dike ku meriv nikare  ji bo zanistê sînoran dayne û destnîşan kir: Zanist, zanist e û bi raman û îdêolojiyê ve nayê girêdan.

Ruhanî li dewama axiftina xwe bal kişand ser vê yekê ku sêyemîn qonax û dewra rolhebûna Îranê di warê berhemanîna zanistê û çêkirina şaristaniyetê de, bi serketina Înqilaba îslamî destpê bûye, û got: Komara Islamiya Îranê dikare bi plandarêştina deqîq û kar û hewldana zêde, avakirê şaristaniyeteke mezin be.

Serokê Komara Îslamiya Îranê, destnîşan kir: Îran yekemîn welatê navçê ye ku demokrasî û hikimdarî û serdestîya gel têde heye û di warê lidarxistina hilbijartinan de pêşeng e û modêleka hikûmeta dînî ya  li ser bingeha serdestîya gel, raberî cîhanê kiriye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu