Hesen Ruhanî, serokê Komara Islamiya Îranê, roja şemiyê li rêûrisma kutabûna Mêhricana Navneteweyî ya Xwarezmiyê, bal kişand ser vê yekê ku Îrana mezin, di dîrokê de çavkaniya şaristaniyet, zanist û zanyariyê bûye û got: Zaningehan hertim rola bingehîn li alûgorên siyasî û civakî hebûne û hene.
Ruhanî kêfxweşiya xwe ji ber amadebûna nav koma zanyaran û bijareyên Mêhricana Navneteweyî ya Xwarezmiy diyar kir û got: Îran welatek e ku him berî Îslamê û him jî piştî Îslamê, roleka binirx li berhemanîn û pêşxistina zanistê û pêkanîn û perwerdekirina şaristaniyeta mirovantiyê hebûye.
Serokê Komara Islamiya Îranê, herwiha got: Berî îslamê li Îrana kevin ramanwer, zanyar, hunermend, mîmar û aliman bi xuliqandina şaristaniyetekê ku hêjayî rikeberiya bi şaristaniyetên mezin û kevnar ên wê demê yên wek şaristaniyeta Çîn, Misr Û Yewnansitanê re bû, Îran kiribûn welatekî mezin ku raman, axiftin, bername û navendên xwe yên zanistî yên berbiçav hebûn.
Ruhanî dema ravekirina dewra duyem û piştî îslamê jî got: Di eslê xwe de Îslam ne tenê peyrewên xwe vedixweîne ku zanistê bi dest bixin, belkî ev mekteba bi vexwendina bo xwendinê destpê bû. Islam olek e ku girîngiyê dide zanistê.
Serokê Komara Îslamiya Îranê, bal kişand ser vê yekê ku Îslam pêgîriyê dike ku meriv nikare ji bo zanistê sînoran dayne û destnîşan kir: Zanist, zanist e û bi raman û îdêolojiyê ve nayê girêdan.
Ruhanî li dewama axiftina xwe bal kişand ser vê yekê ku sêyemîn qonax û dewra rolhebûna Îranê di warê berhemanîna zanistê û çêkirina şaristaniyetê de, bi serketina Înqilaba îslamî destpê bûye, û got: Komara Islamiya Îranê dikare bi plandarêştina deqîq û kar û hewldana zêde, avakirê şaristaniyeteke mezin be.
Serokê Komara Îslamiya Îranê, destnîşan kir: Îran yekemîn welatê navçê ye ku demokrasî û hikimdarî û serdestîya gel têde heye û di warê lidarxistina hilbijartinan de pêşeng e û modêleka hikûmeta dînî ya li ser bingeha serdestîya gel, raberî cîhanê kiriye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)