Serokê Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku gelê Îranê ketiye riya bêminetiyê û got: Gelê Îran tevî hemî boykotan dê pêvajoya geşatiyê bidomînin.
Hesen Rûhanî roja duşemiyê li merasima behrewegirtina ji faza sisyan a palînegha sterka kendava Farsê li Bender Ebasê li başûrê Îranê got: Ev yeka pir dijminan aciz dike ku di rewşa ku li gor wan boykotên herî giran ser Îrana Îslamî da sepandine, bi tenê li 24 sietên bihurî û li parêzgehekê li kêleka bi dehan projeyên umarnî, 3 projeyên mezin û giring ên neteweyî xebata xwe destpê bikin.
Rûhanî destnîşan kir: Lezgîniya geşatiyê li Îranê tevî hebûan hewldanên dijminan, nîşana hewldana mileteke mezin û işkesta dijminan e.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Îran her wek ku li dewrana berevaniay pîroz bi yekitiya xwe dijmin işkest dan dê li v şerê aborî jî bi ser keve.
Hesen Rûhanî,serokê Komara Îslamî ya Îranê li duwemîn roja sefera wxe bo parêzgeha Hurmuzganê îro xebata faza sisyan a palîngeha berhemên gazî yên sterka kendava farsê li bajarê Bender Ebasê destpê kir.