ÎranNûçeRojhilatanavin

Ruhanî: Îran welatê aşitî û dostiyê ye

Serokkomarê Îranê destnîşan kir;: Komara islamî ya Îranê hertim li dirêjiya dîrokê li dû birêxisdtina aşitî û hevaltiyê bûye.

Hesen Ruhanî serokkomarê Îranê li civîna îro şemiyê ya Konvansiyona cîhanî ya rênimûnên ger û seyranê li Têhranê got: Li Îranê jiyaneke bi dostane li nav şopînerên dînên esmanî heye û li kêlega mizgeftan kelîsa jî hene û li parlemana Îranê jî nûnerên zerdeştî, mesîhî û kelîmiyan li kêlega nûnerên misilman xebatên xwe didomînin.

Ruhanî destnîşan kir; Armanceke bilind a gelê xwedan çand û xwedan medeniyeta 7 hezar salî yê Îranê li navçê û cîhanê peywendiya tev gelên din e.

Wî bal kişande ser viya ku li şerê dijî terorê Îran amade ye alîkariyê bide her welatek cîhanê, got: Roja îro terorîzm li navçê li halê jinavçûnê ye.

Ruhanî bal kişande ser piştevaniya Îranê ji gelê bêguneh ên navçê li şerê dijî terorîzmê û destnîşan kir; Eger alîkariya Îranê bo artêş û xelkê Iraq û Sûriyê nebû, roja îro terorîst li Bexdayê û Şamê bi desthilat bûn.

Serokkomarê Îranê herwisa bal kişande ser rojên deheka Fecrê û salvegera serketina Înqilaba Îslamî ya Îranê li sala 1979`an da û got: Xelkê Îranê li wan rojan rûdaweke mezin afirandin û li 38 salan berî niha inqilabeke mezin bêyî piştevaniya tu welatekê û hêzxurtekê û tenê bi palpiştiya çand, dîn û armancên xwe xuliqandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu