ÎranNûçeRojhilatanavin

Ruhanî: Îranê biryara cidî daye ji bo parastinê

Ajansa IRIB Newsê ragihand ku Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî şeva çûyî li mêvandariya fitarê ya fermandar û rayedarên dercebilind ên hêzên çekdar desnîşan kir : Hêzên çekdar ên Îrana Îslamî qet li fikra destdirêjiya ser heq û mafên ên din nînion û qet jî fikreke wiha nakin, lê li vî halî de biryara cidî hene ku bi hêz û qawet welatê xwe biparêzin.

Ruhanî herwiha li ser piştgiriya dewleta tedbîr û hêviyê ji bihêzbûna hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê sekinî û got: Hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê bi hêz û qawet li ber dijmijnan sekinîne û hertim ev amadebûna xwe parastine.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi qedirzaniya ji amadetiya hêzên çekdar û qaweta wan a menewî û îmanî û îslamî, bal kişand ser rola viyana wan a menewî û got: Viyana parastina yekparçetiya axa welêt, şeref, netew û nizamê ya hêzên çekdar ên Îranê, viyaneke menewî tê hesabê.

Ruhanî herwiha got ku Komara Îslamî ya Îranê dil nîne li karûbarên welatên din mudaxileyê bike û li vî halî de nahêle ku yên din jî li karûbarên wê mudaxile bike û divê netewên navçê bi xwe li bara qeder û welatê xwe biryarê bidin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser şanazî û serbilindiyên xebatkar û şervanên Îslamê yên îranî li mideha emrê Înqilaba Îslamî bi taybetî li dema şerê heşt salî ya berevaniya pîroz û got: Hêzên çekdar li salên bihûrî bi başî deshilat û hêza Nizama Komara Îslamî ya Îranê nîşanî dijminan û cîhanê dane. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu