Serokomarê Îranê got: Îranê tevî hemî pirsgirêk, komplo û daketina bihaya cîhanî ya niftê, ji sedî 20`ê derhatên xwe yên niftê li zixîreya erzî 9diravê derve) zêde kiriye.
Hesen Rûhanî serokê Komara Îslamî ya Îranê roja pêncşemiyê li kêleka merasima vekirina du palnên mezin ên avgihaniyê li bajarê Meşhedê li bakurê rojhilata Îranê her viha got: Zêdebûna ji sedî 20`ê ji derhatên niftê li zexîreyên erzî tenê nîşana hêza gel û dewleta Îranê ye.
Hesen Rûhanî got: Erebistanê derdora 100 miliyar dolar ji zexîreyên xwe rakiriye û hemî welatên berhemênerên niftê jî ji ber daketina bihayê niftê zexîreyên xwe yên berê bi kar anîne û tenê Îranê kariye zexîreya xwe ya erzî zêde bike.
Rûhanî tevî diyarkirina kêfxweşiya xwe ji serketina vê dawiyê li civîna roja buhurî ya Saziya Welatên Bifiroşê Niftê nasyar bi OPEC`ê li Viyenê got: Tevî hemî komployên dijî Îranê derfirotina miliyonek bermîl nift û 300 hezar bermîl şilikên gazî yên Îranê niha gihîştiye du miliyon bermîl nift û 500 hezar bermîl şilikên gazî.
Serokomarê Îranê roja pêncşemiyê li merasimekê mezintirîn palîngeha gilavê (ava qirêj) bi sîstima s.b.r (şêwaza palîv û safîkirina pêşketî) û plana avgihaniya ji Bendava Erdakê bo bajarê Meşhedê li bakurê rojhilata Îranê vekirin (BANGÊ ÎSLÂMİ).