ÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî: Îranê li dijî Amerîkayê dozek vekir

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Komara Islamî nasyar bi IRNA`yê, serokê Komara Islamî ya Îranê, Hesen Rûhanî êvara çarşemiyê, 15`ê Hezîrana 2016`an, li axaftinekê li mêvaniya fitarê ligel malbatên şehîd û fedakaran, got: Dewleta Îranê wê heta wergirtina tam a mafên xelkê û bidestxistina eslê du miliyar dolar û ziyanên ku pêk hatine, vê yekê bişopîne.

Rûhanî her viha ragihand: Dadgehên Amerîkayê bi dayîna hikmên neqanûnî gotine ku ev mal û heyîtî divê bikevin ber destê wan malbatên amerîkî ku li Libnanê hatine kuştin û diyar nine amerîkiyan li Libnanê çi dikirine û vê yekê çi têkliya xwe bi Îranê ra heye.

Dîwana bilind a Amerîkayê meha Nîsana 2016`an hikmekê da ku derdora du miliyar dolar ji heyîtiyên desteserkirî yên Îranê li Amerîkayê bo malbatên goriyên teqîna sala 1983`an were dayîn.

Îranê her cûre hebûna destê xwe li teqîna sala 1983`an li navenda hêzên deryayî yên amerîkî li Bêyrûta paytexta Libnanê ku di encamê da 241 çekdarên amerîkî hatin kuştin, red kiriye.

Serokomarê Îranê li dewama vê civînê tevî pêgiriya li ser girîngiya ravekirin û geşepêdana çanda fedakarî û şehadetê li nav civakê û nifşa ciwanan, got: Eger em çand fedakarî û şehadetê biparêzin, em ê bêguman li hemberî komployên herî giran ên dijminan bi ser bikevin.

Rûhanî bi gotina viya ku eger miletek xwe ji bo fedakariyê amade nebe, wê li hemberî komplo û zexta dijminan çok li erdê dayne, got: Miletek dikare ji bo raman, bawerî, ol, nirx, welat, inqilaba xwe li ber xwe bide û dijminan ji dewama zext û zor û komployan bêhêvî bike ku amade be canbazî û fedakariyê bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu