ÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî : Kiryara vê dawiyê ya Emerîkayê li dijî rêketinama navokî û sebeba bêbaweriya cîhanê li Emerîkayê ye

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got kiryarên vê dawiyê yên Emerîkayê bitaybet dirêjkirina qanûna ISA li dijî rêketinama navokî ye.

  Hesen Rûhanî serokê Komara Îslamî ya Îranê roja yekşemiyê li hevdîtina Yokiyo Amano rêveberê giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê li Têhranê got: Emerîka riya ku li hember Îranê girtiye ber xwe dibe sedema kêmbûna baweriya cîhanê li dewleta vî welatî.

Hesen Rûhanî destnîşan kir Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê divê hemî berûlayên  erkên xwe li hember mayîndebûna  rêketinnama  navokî cih bîne û divê raporên ev saziya navneteweyî divê teknîkî û bêalî bin.  Rûhanî her wiha got Îran hertim li dû berfirehkirina peywendiyên erênî û tekînîkî bi Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê re bûye  di pêşerojê de jî dê hevkariyên xwe tev ev saziya navneteweyî ya Enerjiya Atomê li çarçêva  qayîde û qiraran  bidomîne.

Wî rêketinnama navokî hevhatineka mezin û destkevteke hêja û erênî da zanîn û got: rêketinama navokî karî ji alîiyekê va istiqrara û hevkariya zêdetir li navçê pêk bîne û ji aliyê din ve  boykotên  zalimane û şaş li dijî gelê Îranê ji holê rake.

Serokê Konseya bilinda ewlehiya neteweyî ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku  Îran ser berpirsiyariyên wxe sekiniye û  her wiha  nabe yekim welat ê ku berpirsiyariyên hanê binpê dike û destnîşan kir  rêketinnama  navokî dê wextekê  dewama xwe hebe ku  hemî alî berpirsiyariyên xwe cih bînin û heya dema ku aliyên din berpirsiyariyên xwe li rêketinnama navokî  cih bînin ew jî dê pêsipartên xwe cih bîne.

Yokiyo Amano  rêveberê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê jî li vê hevdîtinê got: Komara Îslamî ya Îranê ji dema  cihanîna  rêketinnama navokî hemî pêsipartên xwe bi başî cih aniye û Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê jî bi hemî hêza xwe piştgiriya cihanîna  wê dike.

Amano her wiha  xatircem kir li pêşerojê dê ajans wek rêxistineke bêalî û teknîkî karê xwe bidomîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu