ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Rûhanî: lezyîza siyasî ya hêzxurtan ser mijara terorîzmê

Serokê KomaraÎslamî ya Îranê got hin hêzxurt bi mijara rawestana li ber terorîzmê şanoyeke siyasî bi rê xistine.

  Hesen Rûhanî serokê Komara Îslamî ya Îranê îro duşemiyê li adwiya sefera  parêzgeha  Merkeziyê û li civîna  rojnamevaniyê tev nûçegihanan li bara helwsêtên  Komara îslamî ya Îranê li hember alûgurên  navçê got hegera dewama  pisgirêka  terorîzmê li navça Rojhilata Navînê eva ye ku hêzxurtên  rojava  hez nakin ku vê pirsgirêkê çareser bikin li halekê ku  ev pirsgirêka  pêsîrê wan bi xwe jî girtiye.

Hesen Rûhanî destnîşan kir ku hin hêzxurt grûpên treorîstî jibo cihanîna  armancên xwe yên nerewa bikar tînin û heya niha tu kiryareke  erênî li dijî wan nekirine.

Rûhanî helwestên Îarnê li hember mesela terorîzmê pir zelal da zanîn û got: Îran mudaxila  welatên biyanî bêyî hevdengiya  tev welatê mazovan pir bi tehlûke dizane û ser vê bawerê ye ku  dewleta Iraq û Sûriyê ewilî divê daxwaza alîkariyê bikin ku da  welatekî din  li axa wan  li dijî terorîzmê rabe.

Wî mudaxilên biyanî yên hin welatan li navçê li dijî prensîpên  navneteweyî da zanîn ku ewlehiya li rojhilata Navînê zêde dike.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê li dawiyê bal kişand ser bernamên dewletê jibo rewneqa aborî ya Îranê û destnîaşn kir ku piraniya  welatan û sermayedanerên biyanî hez dikin ku  li bongahên  pêşeyî û aborî ya Îranê beşdar bibin û li vê çarçêvê hevhatinname û girêbestên  curbicur hatine wajokirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu