ÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî li Civîna Civata Giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY): Siyaseta şaş a Amerîkayê derheqê Îranê dê ser nekeve

Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Sêşemiyê li Heftî û sêyemîn Civîna Civata Giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li New Yorkê bi gotina vê yekê ku Lihevkirina Atomî encama zêdetir ji deh salan hewildana dîplomatîk û dewreyeka gotûbêjên giştalî ji bo wêdadayîna qeyraneka sexte û çêkirî bû, got: Amerîka berovajiya qanûn û mafên navneteweyî ji Lihevkirineka çendalî ya pesendkirî ji aliyê Konseya Ewlehiyê ya NY va derketiye.

Li gorî rapora IRNAyê, Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Hesen Rûhanî têgihîştina Amerîkayê ji pêwendiyên navneteweyî serdestîxwazane daz anîn û destnîşan kir: NY nabe ku rêbe bide pesendnameyên wê bibin dîlê lîstokên hilbniajrtinê û propagandaya hin endamên wê.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi gotina vê yekê ku siyaseta şaş a dewleta Amerîkayê derheqê Îranê mehkûmî işkestê ye, got: Nêrîna Komara Îslamî ya Îranê li warê siyaseta derveyî hertim li ser esasa nêrîna çendalî û sozsdariya derheqê xalên naskirî yên mafên navneteweyî ye.

Rûhanî her wiha amaje b i jesta propagandayî ya rayedarên amerîkî ji bo gotûbêja bi îranê ra kir û got: Îran bi çi pîvanekê dikare bi dewleta Amerîkayê ku sozên xwe binpê dike, soz û peymaneka nû girêde?

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Her cûre gotûbêjek divê di dewama Lihevkirina Atomî û biryarnam,eya 2231ê ya Konseya Ewlehiyê ya NY be, neku berovajiya wêû û vegeriyana bo serdema berê ku karekî paşverûtî ya mezin e.

Rûhyanî siyaseta Îranê ne şer ne boykot, ne gef û ne zorbêjî û tenê sozdarî û cihanîna qanûnê da zanîn û got: Îran ji aştî û dêmokrasiyê li navçeya Rojhilata Navînê piştgiriyê dike.

Rûhanî her wiha bal kişande ser têkoşîna dijî têrorîsmê li navçeyê û got: Îranî wek goriyên duh û îro yên têrorîsmê hertim li bereya pêşîn a rêkoşîna idjî têrorîsmê bûne û dê hebinm jî.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi bîr xist: Gelê Îranê îro şîndarê şehîdbûna bi dehan mirovên bêguneh e ku roja Şemiyê jin aliyê hin têrorîstan hatin şehîdkirin ku bi bêşermiya tam ji hin paytextên rojavayî û li hevpeyivîna bi mêdyayên ku li welatên rojavayî bi dolarên niftê tên rêvebirin, berpirsiyariya vê hovîtiyê digirin ustiyê xwe.

Rûhanî her wiha berfirehkirina pêwendiyên digel cînaran û pêkanîna navçeyeka ewlehtir û pêşketîtir ji mijarên sereke yên siyaseta derveyî ya Komara Îslamî ya Îranê da zanîn û destnîşan kir ku Îranê nêrîneka bi aştî li mijarên navneteweyî heye û naxwaze bi tu welatekî ra şer bike û nexwestiye jî.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê, ne li gorî siyasetê, belkî li gorî çand û şaristaniyeta xwe empratoriyek da zanîn û xitabî serokên welatên cîhanê got: Cîhanê dê dostek baştir ji Îranê tunebe, heke armanc û ramana we Aştî ye.

Başa dön tuşu