NûçeRojhilatanavinSûriye

Îsraîlê siyonîst êrîş kir ser balefirgehekî Sûriyê

Artêşa Sûriyê ragehand îro ber bi êvarî, Îsraîlê siyonist balefirxaneya Mezê ya Leşkerî topbaran kir, di encamê de li cihê roketan şaweteke mezin rûda, lê ti zerarên giyanî pêknehatin.

 

Derbarê wê êrîşê de Ajansa fermî ya nûçeyan SANA yê ku ser bi Sûriyê ve ye, di nûçeyekê de ragehand, rejîma dagirkeran Îsraîl ji bo morala grûbên çekdar piştî têkçûna wan li Helebê bilind bike roketan davêje balefirxaneya Mezê ya Leşkerî li Şamê.

 

Li gor ajansa SANA ew cihê roket lê ketine rastî şewateke mezin bû, lê ti ziyanên giyanî nebûn. Di 30 meha borî de jî Îsraîlê êrîşî navçeya Sebûra ya derdora Şamê kiribû û du roket avêtibûne wê deverê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu