AborîCîhanEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî li hevdîtina bi serokwezîrê Bêljîkayê ra: Parastina Lihevkirina Atomî berpirsiyariya navneteweyî ye

Serokê Komara Îslamî ya Îranê berêvariya Sêşemiyê li hevdîtina bi Şarl Mîşil serokwezîrê Bêljîkayê li kêleka Heftî û sêyemîn Civîna Civata Giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li New Yorkê tevî gotina viya ku parastina Lihevkirina Atomî berpirsiyariya navneteweyî ye, got: Yekîtiya Ewropayê li ber ezmûneka mezin ne tenê derheqê Îranê belkî li derheqê cîhanê ye.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê, hesen Rûhanî helwêstên siyasî û ramyarî yên Ewroapyê li hemberî derketina Amerîkayê ji Lihevkirina Atomî baş da zanîn, lê destnîşan kir ku Îran daxawza kiryarên pratîkî û pêngavrakirina Yekîtiya Ewropayê li warê parastina Lihevkirina Atomî dike.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê amaje bi çend raporên Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê derbarê sozdariya Îranê li Lihevkirina Atomî kir û got: Gişt li bendê ne ku Ewropa sozên xwe bi cih bîne.

Serokwezîrê Bîljîkayê jî li vê hevdîtinê tevî pêgiriya li ser vîna welatê xwe ji bo berfiorehkirin û xurtkirina hevkariyan bi Îranê ra, got: Bêljîka dê her hewildanekê ji bo parastina Lihevkirina Atomî bi kar bîne.

Şarl Mîşil bi gotina vê yekê ku piştî şerê duyem ê cîhanê ev serdemeka kêmdîtî ye ku Ewropa û Rûsiye û Çîn ji bo parastina Lihevkirinekê (Lihevkirina Atomî) bûbin yek, got: Tevî hebûna zextên siyasî û aborî yên Amerîkayê, vîn û iradeya Yekîtiya Ewropayê pêkanîna mêkanîzmeka nû ya malî ji bo xurtkirina pêwendiyên abûrê û ticarî bi Îranê ra ye.

Serokwezîrê Bêljîkayê got: Ewropa li dû sîstimeka dewsgir ji bo dayîna hitbar û pereyê ye da ku dilniyayiyê bide kompaniyan ji bo sermiyandanîna li Îranê.

Îran û Ewropayê di heftiyên dawî da gotûbêjin bi mebesta parastian Lihevkirina Atomî piştî derketina Amerîkayê ji vê lihevkirina navneteweyî dest pê kirine; Ewropayê li van gotûbêjan soz daye ku pakêteka piştgiriyê li çarçova Lihevkirina Atomî û ji bo sekinîna li hemberî boykotên Amerîkayê li dijî Îranê raberî Têhranê bike,.

Îranê destnîşan kiriye ku çaverêtî heye pakêta raberkirî ji aliyê welatên ewropî va mafên gelê Îranê ji Lihevkirina Atomî misoger bike.

Başa dön tuşu