ÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî: Miletê Îranê dîktatorî û kolonyalîzm têk bir

erokê Komara Îslamî ya Îranê got: Miletê Îranê bi berxwedan û yekrêziyê karî kolonyalîzm, sitemkarî û dîktatoriyê têk bibe.

Serok Komara Îslamî ya Îranê, Hesen Rûhanî îro şemiyê bi pîrozkirina destpêka dehsala Fecrê ya Inqilaba Îslamî got: “Miletekî xwedî berxwedan û yekbûn karibû hem kolonyalîzm û dîktatorî û zordariyê bişkîne û hem jî Şah, Amerîka û= Kolomnyalîstan ji welêt derxin.”

Serok Komara Îslamî ya Îranê serketina Inqilaba Îslamî di dîrokê de wekî bûyerek bêhempa nirxand û got: Piştî bi hezaran salan, miletê Îranê padişahiya rizî hilweşand û li şûna wê hukûmetek demokratîk a olî ava kir.

Di 1-ê Sibata 1979-an de, Îmam Xumeynî (RE), damezrênerê mezin ê Komara Îslamî ya Îranê, piştî panzdeh sal sirgûnbûnê û dûrxistina ji welêt di nav pêşwaziya bi coş a gel de, piyê xwe avêt ser xaka Îrana Îslamî .

Deh roj piştî hatina Îmam Xumeynî (RE) ya Îranê, di 22-yê Bahman 1357-an de (11ê Sibata 1979-an) Inqilaba Îslamî ya bi rûmet û mezin a Îranê bi ser ket; Ji ber vê sedemê, ji 12-ê meha Bahmanê, roja hatina Îmam Xumêynî (RE) bo Îranê heya 22-yê meha Bahmanê, ku roja serketina Innqilaba Îslamî ye, wekî “Dehrojiya Fecrê” hat bi nav kirin û her sal, pîrozbahiyên taybetî û merasîmên serketina Inqilaba Îslamî tên li dar xistin.

Başa dön tuşu