EfrîqaÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî: Mudaxila eskerî gefek li hember aşitiya cîhanî

Serokê Komara Îslamî ya Îranê destdirêjî û mudaxila li karûbarên welatan weke gefekê li hember aşitî û ewlehiya cîhanî da zanîn.

Hesen Rûhanî serokê Komara Îslamî ya Îranê îro li hevdîtina  Robert Dasî wezîrê karên derve yê Togoyê bal kişand ser pêwîstiya berfirehkirina  hevkariya her du welatan li rêxistinên  cîhanî jibo çareserkirina mesele û pirsgirêkên cîhanê û got: Gefa li hember aşitî û ewlehiya cîhanê û tund û tûjî û terorîzm du pirsgirêkên giring ên civaka navneteweyî ne.

Rûhanî bal kişand ser vê eykê ku  terorîzm  ti carî amûreke baş jibo welatan jibo bidestxistina  armancên  wan li navçê nîne û got: Piştgriyên aborî û çek û sîlehî û  xebitandina terorîstan  wek amûrekê ji aliyê hin welatan divê bên rawestandin û rêxistinên navneteweyî bi hevdengî jibo rawestana li hember vê pirsgirêkê biryarê bidin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê cih û şûna welatên efrîqî jibo Komara Îslamî ya Îranê giring da zanîn û got: Îran û Togo dikarin bi xebitandian zirûf û potansiyelên her du welatan hevkariyên xwe yên aborî, ticarî û siaysî berfireh bikin.

Wezîrê karên derve yê Togoyê li vê hevdîtinê amadetiya Togoyê jibo hevkariya tev Îarnêli rawestana li ber terorîzmê ragihand û got:Efrîqa ne ya qawetên kolonyalîst e belkî ya  gelê vê parezemînê ye û gelên wê dixwezin ku têkiliyên xwe tev  welatên dost bitaybet Îranê berfireh bikin.

Robert Dasî bal kişand ser hêza zêde ya şîrketên îranî li beşên curbicur ji wan pêşe, maden û karûbarên  binavahiyan û got ku welatê wî dixweze hevkariyên Têhran-Lomê li warên aborî bên berfirehkirin (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu