Serokê Komara Îslamî ya Îranê destdirêjî û mudaxila li karûbarên welatan weke gefekê li hember aşitî û ewlehiya cîhanî da zanîn.
Hesen Rûhanî serokê Komara Îslamî ya Îranê îro li hevdîtina Robert Dasî wezîrê karên derve yê Togoyê bal kişand ser pêwîstiya berfirehkirina hevkariya her du welatan li rêxistinên cîhanî jibo çareserkirina mesele û pirsgirêkên cîhanê û got: Gefa li hember aşitî û ewlehiya cîhanê û tund û tûjî û terorîzm du pirsgirêkên giring ên civaka navneteweyî ne.
Rûhanî bal kişand ser vê eykê ku terorîzm ti carî amûreke baş jibo welatan jibo bidestxistina armancên wan li navçê nîne û got: Piştgriyên aborî û çek û sîlehî û xebitandina terorîstan wek amûrekê ji aliyê hin welatan divê bên rawestandin û rêxistinên navneteweyî bi hevdengî jibo rawestana li hember vê pirsgirêkê biryarê bidin.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê cih û şûna welatên efrîqî jibo Komara Îslamî ya Îranê giring da zanîn û got: Îran û Togo dikarin bi xebitandian zirûf û potansiyelên her du welatan hevkariyên xwe yên aborî, ticarî û siaysî berfireh bikin.
Wezîrê karên derve yê Togoyê li vê hevdîtinê amadetiya Togoyê jibo hevkariya tev Îarnêli rawestana li ber terorîzmê ragihand û got:Efrîqa ne ya qawetên kolonyalîst e belkî ya gelê vê parezemînê ye û gelên wê dixwezin ku têkiliyên xwe tev welatên dost bitaybet Îranê berfireh bikin.
Robert Dasî bal kişand ser hêza zêde ya şîrketên îranî li beşên curbicur ji wan pêşe, maden û karûbarên binavahiyan û got ku welatê wî dixweze hevkariyên Têhran-Lomê li warên aborî bên berfirehkirin (BANGÊ ÎSLÂMİ).