ÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî: Nakokîya di navbera cîhana islamê û Amerîkayê da derheq azadî û koletîyê da ye

Serokê Komara Islamî ya Îranê di 32`emîn konfiransa navnetewî ya Tifaqa Islamî de got: Nakokîya di navbera cîhana islamê û Amerîkayê da derheq azadî û koletîyê da ye.

32`emîn Konfiransa Navnetewî ya Tifaqa Islamî vê sibê bi amadebûna Serokê Komara Islamî ya Îranê, Hesen Rûhanî bi durişma “ Quds, mêhwera yekitîya ometê“ li Têhranê destpê bû û dê heta 26`ê Mijdarê bi pişkdarîya zêde ji 350 mêvanên ji 100 welatên cîhanê bidome.

Serokê Komara Islamî ya Îranê, Hesen Rûhanî di destpêka vê konfiransê da salroja jidêbûna hezretê Mihemed (S) û Imam Ceiferê Sadiq (S) pîroz kir û got: bingeh ne şiltagî, zorbêjî û berjewendîyên Amerîkayê belkî rêzgirtina li maf û berjewendîyên gelan e.

Serokê Komara Islamî ya Îranê herwiha got: Zorbêjên dîrokê nikarin rêya kar û jîyana me kivş bikin, ew dibêjin ku her kesê çeka seratir û xurttir heye li NY xwedîyê mafê Vêtoyê ye, Amerîka û Ingilîsê li NY ji xwe ra mafê Vetoyê kivş kirin û paşê rêjîma sexte ya Israyîlê li navça Rojhilata Navînê damezirandin.

Rûhanî herwiha got: Li hemberî vê plana welatên rojavayî û di serê wan de Amerîkayê, divê em misilman bi hemî hêza xwe li hemberî zilim û zorbêjîyê bisekinin.

Serokê Komara Islamî ya Îranê herwiha ragihand ku rewşa herêmê roja îro dijwar û nexweş e û bi bîr xist: Rewşa Filistîn, Lîbî, Sûrîye, Yemen û heta ya Efganistan, Pakistan û Iraqê ne ew rewşa ye ku civaka islamê çaverêyê wê ye.

 

Başa dön tuşu