ÎranNûçeRojhilatanavin

Ruhanî: Netewê Îranê serkevtiyê serke yê xebata li hemberî dijmin e

Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî, bingeha şerê xêrnexwazan li dijî netewê Îranê, şerê li dijî îrade û viyanê da zanîn û got:Netewê Îranê bi hêvî û dilgermiyê, wê nehêlin dijminên wan bigihêjin hedefên xwe yên qirêj û ev netew wê bibe serkevtî sereke di şerê li dijî viyanê de.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî îro di merasima destbikarkirina termînala rêwiyan ya Selam li balafirgeha navneteweyî ya Îmam Xumeynî (RE) got:  Tevî zext û zora dijminan ku dixwazin xelkê bê hêvî bikin, netewê Îranê her diçe bi çavên xwe xebatên nû yên zêde li warê aborê û meşiyana mezin a civakî di nav welêt de dibînin.

Ruhanî bal kişand ser hewldanên bê encam ên Amerîkayê ji bo qetandina têkeliya Îranê bi cîhanê re û got: Tevî van hewldanên Amerîkayê, rayedarên îranî li gişt civînên navneteweyî bi awayekî aktîv beşdar dibin û têkeliya Îranê bi welatên din re pir baş e.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê desnîşan kir li warê rawestana Îranê li ber kiryarên Amerîkayê cîhan pesna Îranê dide û got: Îran emekdarê îmzaya xwe û emekdar peyman û rêketinamên navneteweyî ye û niha gişt cîhan, Amerîkayê wek welatekî bê soz û peymanşikên û li dijî qayide û qirarên navneteweyî dizanin. 

Başa dön tuşu